Kanûn 29, 2022 18:40 Asia/Tehran

Şêx Humam Hemûdî serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê qeyrana zêdebûna nirxa dolarê li vî welatî wek derfetek ji bo avedankirina aboriya Iraqê zanî.

Van rojan zêdebûna nirxa dolarê û daketina nirxa dînarê bûye nîgeraniyeke cidî li Iraqê û her dolareke Amerîkayê li bazara pereyên biyanî li vî welatî gihîşte hezar û 545 dînarên Iraqê.

Li gorî rapora Fars News'ê, Şêx Humam Hemûdî serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê wek berteka li hemberî vê rewşê, got: "Em bawer in dema wê hatiye ku pirsgirêka gurrbûna qeyrana dolarê bikin derfetek ji bo birêxistinkirina dubare ya rêveberiya karûbarên darayîyê li welatê xwe û xebata aborî di beşa berhemanîn û bikaranînê da baştir bikin."

Hemûdî got ku berpirsyariya vê mijarê tenê li ser ustiyê parliman û dewletê nîne. Wî got: Divê hemî komên siyasî û gelanî û medya dest bidin destê hev û hema wisa ku wan welatê xwe rizgar kir, darayîyên xwe jî rizgar bikin û aboriya welêt di rêyekê ra bimeşînin ku gişt jê sûd werbigirin û jiyaneke wan a birûmet hebe.

Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê her wiha got: Nabe ku aborî, darayî û pêşeroja Iraqê bibin qurbana tevger û komên cûr bi cûr û hemî tevgerên iraqî divê bi helwêsteke yekgirtî qeyrana niha veguherînin derfetê.

 

Serepeyv