Kanûn 27, 2022 17:39 Asia/Tehran
  •  Sala 2022an zêde ji 200 terorîstên DAIŞ'î li Iraqê hatine kuştin

Fermandetiya Operasyona Hevpar a Iraqê ragihand ku zêde ji 200 terorîstên DAIŞ'ê di sala 2022an da ji aliyê hêzên ewlehiyê yên vî welatî va hatine kuştin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Sputnik'ê, Tehsîn Xefacî Berdevkê Fermandetiya Operasyona Hevpar a Iraqê got: Me di sala 2022an da zêde ji 200 terorîstên DAIŞ'î kuştin ku pirraniya wan serkirdeyên vê koma terorîst bûn û ketin ber êrişên asimanî.

Berdevkê Fermandetiya Operasyona Hevpar a Iraqê Got: Terorîstên DAIŞ'ê di tevger û çalakiyên xwe da navçeyên ku di wan da valatiya ewlehiyê navbera Pêşmergeyên Kurd û Artêşa Iraqê heye bi kar tînin. Wî tekezî li ser pêwîstiya hevahengiya navbera du aliyan li van navçeyan kir.

 

Serepeyv