Kanûn 26, 2022 20:21 Asia/Tehran
  •  Tevgera Nucebayê: Amerîka sebebkara zêdebûna bihayê dolarê li Iraqê ye

Serokê KOnseya Siyasî ya Tevgera Nucebaya Iraqê bi peyamekê zêdebûna bihayê dolarê li Iraqê ji kiryarên Amerîkayê yên enqest li vî welatî zanî.

Li gorî rapora Fars News'ê, Şêx Elî Esedî Serokê KOnseya Siyasî ya Tevgera Nucebaya Iraqê di axaftinekê da got: "Li gorî zanyariyên ku ji kesên pêbawer gihîştine ber destê me, dagirkerên amerîkî sebebkarên sereke di zêdebûna bihayê dolarê anegorî dînara iraqî da ne."

Şêx Elî Esedî di beşeke din a peyama xwe da tevî tekeziya li ser vêya ku "Haydarbûna ji vê rastiyê dê têgihîştin û morala avedankirinê di Berxwedanê da zêde bike", got: "Vekirina kanalên dîplomasî û gotûbêja bi dagirkerên amerîkî ra di mijarên bingehîn bêfeyde ye, ji ber ku ew bi ti awayî rêzê li nêrîneke wiha nagirin."

 

Serepeyv