Kanûn 24, 2022 15:49 Asia/Tehran
  •  Endamê DAIŞê yê berpirsê cinayeta Spaykêra Iraqê hat îdamkirin

Dezgeha Dadweriyê ya Iraqê, hikmê îdamkirina endamê DAIŞ’ê yê berpirsê cinayeta Spaykêrê (Speicher) ku bi destê hêzên Heşdi Şeibîyê va hatibû desteserkirin, da.

 Rêveberiya Lêkolîn û Ewlehiya Pêşîlêgirtinê ya Heşdi Şeibîyê roja Îniyê di daxûyaniyekê de ragihand: Dezgeha Dadê ya Iraqê, bo cinayetkarê berpirsê kuştina zêdetirî 600 xwendekarên baregeha hewayî ya Spaykêrê, hikmê îdamê da.

 Li gor vê raporê, ev cinayetkarê DAIŞ’ê xwedan cîgeha ‘‘Îmarata Hêzên Zerbetê’’ li parêzgeha Selahedînê bûye.

 Hêzên Heşdi Şeibîyê di operasyoneke hevpar digel dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê û Rêveberiya ewlehiya vî welatî de, ev terorîst li Bexdayê desteser kiribû û radestî rayedarên dadweriyê kiribû.

 Karesata Spaykêrê yek ji cinayetên DAIŞ’ê yên herî bixof li Mûsilê ye.

 Di roja 22ê Hezîrana 2014an de endamên DAIŞê serê 2200 xwendekarn birîn, ev dan ber gulleyan û termê hinek ji wan avêtin nav çemê Dîcleyê.

 

Serepeyv