Kanûn 21, 2022 18:50 Asia/Tehran
  • Li ser liv û tevgerên biguman ên balyoza Amerîkayê li Iraqê hişyarî hat dayîn

Çavdêrekî sîyasî li Iraqê derbara dewama liv û tevgerên biguman ên balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê û hevdîtina wê digel hejmarek rayedar û kesayetîyên bibandor di desthilatê da hişyarî da.

Çavdêrê sîyasî yê iraqî Mu’yyid Elî di axavtinekê da têkildarî hatin û çûyîn û hevdîtinên biguman ên Romanvoskî’yê da got: Amerîka bi dû bilindfirrîn û zêdexwazîyê ye û ji bo serêxwegirtina wan jî bi dû bikaranîna emrazên xwe yên xirab e û diqewime ku ser rêya hikûmeta Bexdayê astengîyan derxe û projeyên xwe bidomîne.

Mu’yyid Elî herwiha got: Balyoza Waşîngtonê li Bexdayê liv û tevgerên berfire û berdewam têkildarî Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê û kabîneya wî hene ku nîşan didin balyozxana Amerîkayê bi sîyasetên taybet destwerdanê di karên sîyasî da bike û nehêle hikûmeta Iraqê ber bi wî alîyî va here ku berovajî vîn û berjewendîyên Amerîkayê li Iraqê ye.

Berî vîya jî gelê Iraqê ji ber hevdîtinên di navbera Alîna Romanovskî balyoza Amerîkayê û serok û rêvebirên partî, fraksyon û kesayetîyên iraqî da rexne kiribûn ku nika idî li ber destwerdana di karên vî welatî da ye.

Alîna Romanovskî balyoza Amerîkayê li Bexdayê pispora karên istixbarat û zanyarîyan û şarezaya karên komên terorîst e û hatin û çûyînên wê li Iraqê bi awayekî gumanbar zêde bûne.

Serepeyv