Kanûn 21, 2022 15:24 Asia/Tehran
  • Hadî Amirî û serokkomarê Iraqê civiyan

Ebdulletîf Reşîd serokkomarê Iraqê û Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fethê di hevdîtinekê da tevî vekolandina alûgorên vî welatî, tekezî li ser piştevaniya ji bernameyên dewletê ji bo têkoşîna dijî terorîsmê kir.

Li gorî rapora malpera El-Melmeyê, Ofîsa serokê Hevpeymaniya Fethê bi daxuyaniyekê ragihand: Hadî Amirî di hevdîtina bi Ebdulletîf Cemal Reşîd serokkomarê Iraqê da li ser rewşa gelemperî li vî welatî pê ra şêwirî.

Li gorî vê daxuyaniyê, Di vê hevdîtinê da li ser dewama piştevaniya ji dewleta Iraqê ji bo cihanîna têkoşîna dijî gendeliyê, raberkirina xizmetên herî baş bo hemwlatiyan û darêştina hin qanûnan ku ji bo hereketa beşa ne-dewletî û wergirtina sermayeya karsazan ji bo cihanîna projeyên xizmetguzariyê alîakr in, tekezî hat kirin.

Du aliyan her wiha nakokiya ewlehiyê ya vê dawiyê di encamê da hejamreke qaremanên hêzên ewlehiyê û hemwelatiyên sivîl li parêzgehên Kerkûk û Diyaleyê şehîd bûn, vekolandin.

 

 

Serepeyv