Kanûn 19, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Binpêkirinên di warê parastina balefirgeha Bexdayê da li serdema El-Kazimî

Malpera Kanala Surmiyeya Iraqê zanyariyên serhejîner derbarê parastina balefirgeha Bexdayê di heyama berpirsyariya serokwezîrê vî welatî yê berê da belav kirin.

Malpera Kanala Sumiriyeya Iraqê ji zarê çavkaniyên xwe ragihand: Alûgorên herî dawî di dosyeya gendeliya dewleta Mustefa Kazimî serokwezîrê Iraqê yê berê nîşan didin ku kompaniya Ewlehiyê ya "Bussiness Intel"ê destûra ewlehiyê ji bo çalakiya li Iraqê tuneye û kiryara Rêxistina Geştên Asimanî ya Iraqê ya radestkirina berpirsyariya parastina balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê bo vê kompaniyê berovajî qanûnê ye.

Di vê raporê da hatiye, Ev mesele hebûna destê rêbeverê gişt ê berê li Kompaniya Geştên Asimanî ya Tirkiyê di Diziya Sedsalê nîşan dide ku bi îsrar û tekeziya wî ji bo radestkirina berpirsyariya parastina balefirgehê bo Kompaniya Bussiness Intel'ê aşkira bû; ji ber ku wî ji pêş va dizanî ku vê kompaniyê ti destûreke fermî ji Wezareta karên navxweyî wernegirtiye.

Di salên dawî da hin rapor li ser çalakiya bêdestûr a kompaniyên rojavayî li Iraqê li beşên ewlehiyê hatine weşandin.

Serepeyv