Kanûn 19, 2022 17:42 Asia/Tehran
  •  Çarenûsa 400 jinên til-eferî yên revandî ji aliyê DAIŞê va ne diyar e

Qayîm Meqamê Til-Eferê li parêzgeha Neynewaya Iraqê ragihand: Çarenûsa 400 jinên revandî ji aliyê DAIŞê di sala 2014an da ne diyar e.

Qasim Muhemed Şerîf qayîm meqamê Til-Eferê îro got: DAIŞê ji sala 2014an va û piştî wê derdora 400 heta 450 jin û keçên niştecihên bajarê Til-Eferê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Qayîm meqamê Til Eferê tevî amajeya bi vêya ku tenê malbateke til-eferî ji Kampa Holê vegeriyaye, got: Derdora 40 ehta 50 jinên revandî vegeriyan Til-Eferê, lê çarenûsa yên din ne diyar e.

Iraqê sala 2017an serketina li hemberî DAIŞê ku di heyama sê salan da nêzikî sê yekê kewşena vî welatî dagir kiribû, ragihand; Tevî vêya terorîstên mayî yên vê komê hema wisa li hin deverên Iraqê hene.

 

Serepeyv