Kanûn 18, 2022 17:49 Asia/Tehran
  •  Ji ber teqîna bombeyekê 8 polîsên iraqî li Kerkûkê hatin kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê li Iraqê ragihand ku 8 hêzên polîsê vî welatî li parêzgeha Kerkûkê ya bakurê vî welatî hatine kuştin.

Çavkaniyeke ewlehiyê li Al-Sumiriye News'ê ra diyar kir, roja Yekşemiyê ji ber teqîna bombeyeke destçêkirî li ser rêya erebeyeke hêzên ewlehiyê yên polîsê federal li navçeya Riyazê ya parêzgeha Kerkûkê 8 polîs ji wan efserekeî payebilind hatin kuştin.

Vê çavkaniya ewlehiyê ragihand: Hêzên ewlehiyê yên heyî li cihê bûyerê ji pêş va haya wan ji hebûna teqemeniyê li ser rêyê hebû û berçavnegitina têbîniyên ewlehiyê û derbasbûna bo nav rêyê bêyî lêgerîna wê bû sebeb ku ev bûyer pêk were.

Hêjayî gotinê ye, li pey vê teqînê Muhemed Şiya' Sûdanî Fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê daxwaza damezirandina komîteyekê ji bo lêkolîna li ser vê bûyera terorîstî li parêzgeha Kerkûkê kir.

 

Serepeyv