Kanûn 16, 2022 18:36 Asia/Tehran
  • Tirkiyê nirxnameya kehrebaya xwe ya hinardekirî bo Iraqê sê qatî zêde kir

Endama Komîsyona Ceryan û Enerjiyê ya Meclisa Iraqê ragihand ku Tirkiyê berovajî hevhatinameya ku di navbera her du welatan de hatiye îmzekirin, nirxnameya kehrebaya hinardekirî bo Iraqê sê qatî zêde kiriye.

Suhêyle El Sultanîyê di hevpeyvînekê da bal kişand ser vê yekê ku Enqereyê berî nika bi Bexdayê re hevhatinameyek ji bo pêkvegirêdana ceryana Tirkiyê bo Iraqê bi bihayeka kivş îmze kiribû, herwiha got: Enqere girêdayiyê sozên xwe yên li vê hevhatinameyê nîne û nika nirxnameya ceryana xwe sê qatî zêde kiriye.

El Sultanîyê herwiha got: Enqereyê ji Bexdayê xwestiye ji ber bihbûna zêde ya gaza ku ji Rûsiye û Ukraynê dikire û nika ji ber şerrê di navbera van du welatan da gaz bihatir û kêm bûye, wê kehrebayê jî sê qatî zêdetir ji bihaya ku hatibû lihevkirin, bide ber destê Iraqê.

Wê li ser kirrîna gazê ji Îranê jî got: Iraq wê kirrîna gazê ji Îranê ji bo sûdwergirtina ji hêzgehên xwe yên kehrebayê bidomîne ta ku bihaya kehrebaya ku li welêt tê bikaranîn û kêmtir ji bihaya kehrebaya ji Tirkiyê tê kirin e, biparêze.

 

Serepeyv