Merasima rêzgirtina li serdarên Bereya Berxwedanê li Iraqê dest pê bû
Merasima rêzgirtina li şehîd Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis wek serdarên Bereya Berxwedanê bi amadebûna rayedarên pillebilind ên iraqî bi awayekî fermî li Bexdayê dest pê bû.
Serokê Hevalbendîya Fethê ya Iraqê, Hadî Amirî, Rawêjkarê Ewlehîya Neteweyî, Qasim Eirecî, Berdevkê Erkantîya Operasyona Hevpar a Iraqê, Tehsîn Xeffacî û hejmarek parlimanter û alimên dînî yên sunne û kurd di merasima destpêkirina vê boneyê da pişikdar bûn.
Iraqîyên pişikdarê vê merasimê ragihand ku yê îsal 20 rojan bi planên taybet li Bexdayê û bajarên din, di salvegera sisêyan a şehîdbûna Hecî Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis da ser navê '"Şehîdbûn û serwerî'' rêzê li wan serdarên Bereya Berxwedanê bigirin.
Plana yekê ya destpêbûna boneya salvegera şehîdbûna fermandarên serketina hibmerî DAIŞê vekirina pêşangeheke taybet li Bexdayê ye ku bi dehan odeyên nasandina babetên fidakarîya serdar Silêmanî û Muhendis û fermandarên din ên seferberîya gelanî digire ber xwe.
Serdar Sipehbod Qasim Silêmanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku di 3ê Çilleya 2020î da li gorî gazîkirina fermî ya rayedarên Iraqê çûbû vî welatî, digel Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Rêxistina Heşdi Şeibîyê û 8 kesên din di encama êrişa asimanî ya hêzên amerîkî yên dagirker û terorîs da li nêzîkî balafirgeha Bexdayê, hatin şehîdkirin. Van fermandarên Bereya Berxwedanê roleke kilîdî di têkşikandina DAIŞê da hebûn.