Sûdanî bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Almanyayê ra civiya
Kanûn 14, 2022 19:12 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Almanyayê ra civiya.
Li gorî rapora Mehr News'ê, Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Çarşemiyê mazûvaniya Yêns Blotnêr Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Almanyayê kir.
Serokwezîrê Iraqê di vê hevdîtinê da tevî tekeziya li ser girîngiya peywendiyên dualî, meyl û meraqla Iraqê ji bo berfirehkirina peywendiyan di warên aborî û enêrjiyê da, kompaniyên almanî ji bo sermayeguzariya li Iraqê vexwendin.
Sûdanî pesna hewildanên Almanyayê û hevkariya bi Iraqê ra di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî di şerê dijî DAIŞê da û dewama vê hevkariyê di çarçoveya şêwirîn û fêrkariyê da.