Nucebaya Iraqê: Tenha rêya bidawîanîna dagirkeriyê bijardeya leşkerî ye
Koma Nucebayê ji komên berxwedanê li Iraqê bi daxuyaniyekê bi boneya salvegera serkeftina vî welatî li hemberî koma terorîstî ya DAIŞê ragihand; Tenha rêya bidawîanîna dagirkeriyê bijardeya leşkerî ye.
Koma Nucebayê di vê daxuyaniyê da tekez kir: Em vê boneya mezin bi kar tînin da ku careke din helwêsta xwe ya dijayetiya digel dagirkirina welatê xwe diyar bikin û bawera me ev e ku tenha rêya ji bo çareserkirina dagirkeriyê bijardeya leşkerî ye û ji bilî vêya ti bijardeyeke din tune.
Di daxuyaniya vê koma berxwedanê da hatiye: Di halekî da ku gelê Iraqê di serdema hebûna komên terorîst da tûşî bûyerên diltezîn bûbû, hêzên berxwedana îslamî di çarçovbeya Heşdi Şeibîyê da dîtin ku pişta artêşa Iraqê girt û vê yekê hêvî da iraqiyan û bû sebeb ew bihêztir bibin.
Koma Nucebayê her wiha ragihand: Gelê Iraqê yê şerîf dê ji bîr neke ku di wan kêliyên dijwar da kî hertim bi wan ra bûn û di serî da Komara Îslamî ya Îranê bû ku her cûre hewilek ji dabînkirina çekan heta raberkirina tecrube û hêzê û hebûna şehîd hecî Qasim Sulêymanî û têkoşerên din kêleka şehîd Ebû Mehdî Mihendis fermandarê Heşdi Şeibîyê li meydanê derheq Iraqê bi akr anî.
Iraqê sala 2017an piştî sê salan şêrr, serkeftina dawiyê li dijî koma DAIŞê ya terorîst ragihand.