Kanûn 09, 2022 15:28 Asia/Tehran
  •  Hêzeka sêhezar kesî ji bo bicihbûna li ser sînorê Îran û Tirkiyê dê pêk were

Berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê ragihand, ev welata ji bo piştgîriya ji hêzên garda sînorî û dabînkirina ewlehiya sînorên hevpar ên bi Îran û Tirkiyê re, hêzeka bi sê hezar endaman pêk tîne.

Seid Mein di hevpeyvîna bi kanala El Hedesê re got: Mijara sînoran pirr girîng e, dabînkirina ewlehiya nav welêt ji sînoran dest pê dibe. Bi hezkirina Xwedê wê di rojên pêşber de hêzek bi sê hezar endaman ji nav şêniyên Herêma Kurdistanê pêk

were ta ku hêzên garda sînorvaniyê xurt bibin. Di vî warî da wê bi hêzên Pêşmerge re hevdengî hebe û armanca ji vî karî eva ye ku sînorên Iraqê bibin sînorên ewleh.

Piştî mideheka gotûbêjên rayedarên iraqî ji bo dabînkirina ewlehiya sînoran, eva çend roj in ku partî û komên vî welatî pêşniyara wezareta karên hundur ji bo dabînkirina ewlehiya sînoran derveyî hêzên nû, qebûl kiriye.

 

Serepeyv