Sûriye û Iraqê tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên dualî kir
Kanûn 08, 2022 13:29 Asia/Tehran
Serokwezîrên Sûriye û Iraqê tekezî li ser meyl û eleqeya welatên xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî kir.
Huseyn Ernûs serokwezîrê Sûriyê di têkiliya telefonî tev Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezrê Iraqê da, meyl û meraqa Şamê ji bo pêkanîna zemneyên zêdetir ên hevkariyê di warên abor û geştyariyê da bi bîr xist.
Sûdanî jî qala meyla Bexdayê ji bo peywendiyên avaker digel Şamê kir.
Sûdanî her wiha daxwaza dewama hevahengiya ewlehiyê navbera du aliyan û dewama şopandina terorîstên reviyayî kir.
Ernûs û Sûdanî tekez kir: Bi saya pêkhatina ewlehiya mayînde li du welatan, rewş dê ji bo hevkariyên Şam û Bexdayê û dabînkirina berjwendiyên neteweyî yên du welatan were dabînkirin.