Du çeteyên DAIŞê li başûrê Bexdayê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338021-du_çeteyên_daiŞê_li_başûrê_bexdayê_hatin_kuştin
Hêzên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê du çeteyên DAIŞê piştî şopandina wan li başûrê Bexdayê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2022 08:48 Asia/Tehran
  • Du çeteyên DAIŞê li başûrê Bexdayê hatin kuştin

Hêzên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê du çeteyên DAIŞê piştî şopandina wan li başûrê Bexdayê kuştin.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê roja Sêşemiyê bi daxuyaniuyekê ragihand: Di operasiyona Cezîreyê da yekîneya taybet a Henga duyem a Lîwaya 47an û Lîwaya Tekaweran a operasiyona Kerbelaya Muela  piştî wergirtina agahiyên li ser hebûna çeteyên DAIŞê li navçeya Bêhbehaniyê ya Cerf El-Nesrê li bakûrê Babilê, êrîşî ser baregeha ser bi DAIŞê kir û bi terorîstan ra kete pevçûnê û du terorîst kuştin.

Di vê operasiyonê da endamekî DAIŞê kembera xwe ya teqînê teqand û di encamê da du hêzên Rêxistina Heşdi Şeibî ya Iraqê hatin kuştin û sisê jî birîndar bûn.