Kanûn 02, 2022 13:55 Asia/Tehran
  • Plasxart û Alê Sadiq li Bexdaya Iraqê civiyan

Cênîn Hênîs Plasxart (Jeanine Hennis-Plasschaert) Nûnera Sekretrê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê êvara Pêncşemiyê li Bexdayê bi Muhemedkazim Alê Sadiq balyozê Îranê li Iraqê ra civiya.

Li gorî rapora Farsnews'ê, Plasxart û Alê Sadiq di vê hevdîtinê da tevî vekolandina alûgorên siyasî yên herî dawî li Iraqê û rêyên piştevaniya ji dewleta vî welatî û ewlehiya wê, sipasiya Bexdayê ji ber hewildanên berdewam ji bo berfirehkirina gotûbêjên navçeyî kir.

Alê Sadiq serdana Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê bo Tehranê girîng wesifand û tekez kir ku NY divê roleke girîngtir di piştevaniya ji hewildanên Iraqê ji bo baştirkirina rewşa ewlehî û navçeyî hebe.

Plasxartê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi bandora erênî ya hevkariya navbera Îran û Iraqê tekez kir ku ev hevkarî bûye sebeba aramiya navçeyê û divê were domandin.

 

Serepeyv