Mijdar 19, 2022 16:15 Asia/Tehran
  • 4 leşkerên iraqî di êrîşa DAIŞê da hatin kuştin

Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku çar hêzên artêşa Iraqê ji ber êrîşa DAIŞê li Kerkûkê hatine kuştin.

Li gorî rapora malpera Baghdad Al-Yawmê, Vê sibê terorîstên ser bi DAIŞê êrîşî ser baregeheke artêşa Iraqê li Dibsa parêzgeha Kerkûkê kir.

Di vê êrîşê da heta niha 4 hêzên artêşa Iraqê hatine kuştin.

Her wiha terorîstên DAIŞê di vê êrîşê da alavên têkilîdanînê û çekên hêzên artêşa Iraqê jî dizîne.

Piştî vê êrîşê rewşa amadetiya tam li parêzgeha Kerkûkê hatiye ragihandin.

 

Serepeyv