Mijdar 15, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • Balyozê Sûriyê li Iraqê bi Muhemed Şiya' Sûdanî ra civiya

Balyozê Sûriyê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya û derbarê têkiliyên dualî pê ra axivî.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Ajansa Sumiriyeyê, Setam Ced'an Dendeh Balyozê Sûriyê li Bexdayê tevî gihandina silava Bişar Esed serokomarê Sûriyê bo Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê, li ser girîngiya berfirehkirina peywendiyên dualî navbera du welatan tekez kir.

Dendeh her wiha peyama pîrozbahiyê ya Husên Ernûs serokwezîrê Sûriyê bi boneya bidestxistina serokwezîrtiyê û destpêbûna xebata dewleta Iraqê ya nû, gihande Sûdanî.

 

 

Serepeyv