Mijdar 12, 2022 15:37 Asia/Tehran
  • Di operasyona artêşa Sûriyê de 24 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Yekîneyên ewlekariya Sûriyê di operasyoneke taybet de li Derayê 24 çekdarên ser bi koma têrorîst a DAIŞê kuştin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ajansa nûçeyan a Tas`ê, "Oleg Yegorov" alîkarê navenda lihevhatina Rûsiyê li Sûriyê got: Yekîneyên ewlehiyê yên dewleta Sûriyê li operasiyoneke taybet li nêzîkî bajarê Darayê herî kêm 24 çekdarên koma têrorîst a DAIŞê kuştin.

Yegorov herwiha got: Hêzên ewlekarî yên hikûmeta Sûrîyê herwisa operasiyoneke taybet bo lêgerîn û bêbandorkirina çekdarên ser bi koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera niştecihbûnê ya Dere El-Beled li bajarê Derayê pêk anîne.

Yegorov tekez kir, ku navçe hatiye paqijkirin û di vê operasyonê de li zêdetirî 300 avahiyan lêgerîn hatiye kirin, 24 kesên din hatine girtin û 6 teqemeniyên bidestçêkirî hatine dîtin û bêbandorkirin.

Vî rayedarê Rûsî ji kuştina serbazekî sûrî li parêzgeha Idlibê û birîndarbûna serbazekî din bi hawanên têrorîstan ji Meret El-Mehûsê bo ser çeperên hêzên hikûmetê li wê herêmê agahî da.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê herî dawî ragihand ku di encama şerê navbera koma têrorîst a Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, 27 kes mirine.

Desteya weşanê ya Tehrîr el-Şam israr dike li ser vekişandina komên çekdar ji bajar û gundên bakurê rojavayê Sûriyê. Di rastiyê de Cebhet El-Nusra dixwaze hemû herêmên di navbera Idlib û Cerablûsê de bi temamî bêxe bin lepên xwe.

Serepeyv