Li bakurê Bexdayê komeke terorîstî hat girtin
Dezgeha Îstixbarat û Vekolînên Federal a Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku wan karîne komeke terorîstî li Taremiyê (bakurê Bexdayê) bigirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, rayedarên iraqî dibêjin, ev koma têrorîst a ku ji 3 gumanbaran pêk tê û niha hatine girtin, li Taremiya "bakurê Bexdayê" gelek tawan û cinayet kirine yên wekî kuştina welatiyên bêguneh û teqandina bombeyan.
Van terorîstan heta niha îtiraf bi kuştina herî kêm 3 welatiyên Îraqî yên xelkê El-Taremiye di salên 2021 û 2022an de kirine.
Wan herwiha gotine ku wan çend caran hewl dane bombeyan li dijî hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî biteqînin û wan bi xwe jî gelek bombeyên destçêkirî çîkirine û ji teqandinê re amade kirine.
Di heman mijarî de, roja Înê, balefirên şer ên F16 yên Îraqî sê êrîş birin ser veşargehên paşmayiyên DAIŞê li başûrê Kerkûkê û di encam de 5 terorîst hatin kuştin.
Di sala 2017an de, piştî 3 salan şer û pevçûnan, Iraqê serkeftina li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê ku sêyekek ji axa vî welatî dagîr kiribû, ragihand, lê hê jî endam û hêmanên belavbûyî yên vê koma têrorîst li hin navçeyên parêzgehên Diyala, Kerkûk, Nînowa, Selahedîn, Enbar û Bexdayê çalak in.