Mijdar 12, 2022 10:18 Asia/Tehran
  • Lubnanê kujerê Spikerê radestî hikûmeta Iraqê kir

Rêxistina Polîsên Navdewletî (Interpol) di Wezareta Navxwe ya Iraqê de ragihand, Lubnanê yek ji terorîstên ku beşdarî tawana "Spiker"ê (Spayker) bû, radestî hikûmeta Iraqê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Înterpola Iraqê roja Îniyê li daxûyaniyekê ragihand: "Piştî hewldaneke taybet û şopandina îstixbaratî, kesê bi navê (A.Y.S) li gor maddeya 4ê ya Dijî Terorîzmê ji Komara Lubnanê wergirtiye.

Di vê daxuyaniyê de behsa hevkariya Wezareta Derve û Balyozxana Iraqê li Lubnanê û Îstixbarata Niştîmanî ya Iraqê ligel Înterpola Lubnanê ji bo vegerandina terorîstê ku li ber teqîbatê bû hatiye kirin.

Hin jêderên Îraqî navêrastîn ê vî terorîstî  “Ebdullah Yasir El-Sebawî” dane zanîn ku neviyê nîvbirayê Sedam, dîktatorê Iraqê ye, ku li Beyrûta paytexta Lubnanê ji aliyê polîsên navneteweyî ve hatibû girtin.

Di 12ê Hezîrana 2014an de, Iraq bû şahidê yek ji tawanên herî hovane di dîroka nûjen de; Nêzîkî 2500 xortên iraqî ji parêzgehên şîe yên başûr û naverasta Iraqê li qesra Sedam, dîktatorê berê yê Iraqê, li bajarê Tikrîtê, ku dikeve bakurê Bexdayê, bi destê terorîstên DAIŞê bi komî hatin serjêkirin an jî gullebaran kirin.

Serepeyv