Heşda Şeibiyê operasiyoneke nû li parêzgeha Selahedînê cih anî
Mijdar 11, 2022 18:19 Asia/Tehran
Çavkaniyên iraqî qala operasiyona hêzên Heşda Şeibiyê li parêzgeha Selahedînê li dijî çeteyên mayî yên DAIŞê kir.
Li gorî rapora El Furat Newsê, Hêzên tîpa 31ê ya Erkantiya Heşda Şeibiyê li parêzgeha Selahedînê sibeha Înê operasiyoneke hevpar li bajarê Bîciyê bi cih anî.
Çavkaniyên iraqî ragihand ku ev operasiyon bi beşdariya hêzên taybet ên Polîsê Selahedînê û istixbarata artêşa Irqê li navçeya El-Sîniyeyê pêk hat.
Li gorî vê raporê, armanca vê operasiyonê jinavbirina DAIŞiyên mayî û sehkirina navçeyan û dabînkirina ewlehiyê ye.