Mijdar 10, 2022 08:30 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Divê Tirkiye destdirêjiya ser xaka Iraqê rawestîne

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek çapemeniyê diyar kir ku pêwîst e Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û êrişên xwe yên ser erd û esmanî yên ser Iraqê rawestîne.

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, Êrişên artêşa Tirkiyê yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistana vî welatî bênavber dewam dikin. Serokwezîrê Iraqê yê nû Mihemed Şiya Sudanî duh di daxuyaniyeke çapemeniyê de bal kişande ser êrişên artêşa Tirkiyê.

Serokwezîrê Iraqê Sudanî diyar kir ku divê welatên cîran rêz li serweriya xaka Iraqê bigrin û got; “Divê Tirkiye destdirêjiya ser xak û sînorên Iraqê rawestîne. Herwiha divê helwesteke zelal a Tirkiyeyê li ser çareserkirina dosyaya avê ya di navbera her du welatan de hebe.”

Serepeyv