Mijdar 08, 2022 16:19 Asia/Tehran
  • Balafirên cengê yên Iraqê pêgehên DAIŞê li bakurê vê welatî ji nav birin

Balafirên cengê yên Artêşa Iraqê sê veşargeh û pêgehên DAIŞê li bakurê vê welatî ji nav birin.

Li gorî malpera Sputnikê, Wezareta Berevaniya Iraqê îro Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand, balafirên cengê yên Hêza Hewayî ya Artêşa Iraqê, sê veşargeh û pêgehên koma terorîst a DAIŞê li parêzgeha Selahedînê (bakurê Iraqê) ji nav birin.

Piştî têkçûna DAIŞê di sala 2017an de, artêş û hêzên leşkerî yên Iraqê bi taybetî Heşda Şeibî berdewam in li ser jinavbirina endamên mayî yên vê koma têrorîst ku dem bi dem dest bi êrişên terorîstî û operasyonên li dijî welatiyên Iraqê û hêzên çekdar ên vî welatî dikin.

Endamên mayî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê hîn jî li parêzgehên Bexda, Selahedîn, Diyala, Kerkûk, Nînowa û Enbarê çalak in.

Serepeyv