Mijdar 07, 2022 12:09 Asia/Tehran
  • Wezareta Derve ya Iraqê: Bombebaranên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku destdirêjiya ku niha Tirkiye li Iraqê dike binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û wê di pêşerojê de helwesta wan a cidî hebe.

 

Li gorî rapora Roj Newsê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf têkildarî êrişên Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistana Iraqê û deverên din ên vî welatî ji Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku ti hîncetek yasayî ji bo êrişên di nava Iraqê de nîne û got: “Tişka ku niha li Şengalê û deverên Herêma Kurdistanê dike, binpêkirina serweriya Iraqê ye. “

Ehmed Sehaf da zanîn ku wê di pêşerojê de ji bo rawestandina bombebaranên dewleta Tirkiyê gavek cidî bavêjin û got ku ev bombebarankirin ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf destnîşan kir ku bombebarana dewleta Tirkiyê ji aliyê wan û tevahiya gelê Iraqê ve nayê qebûlkirin, lewma wê di pêşerojê de Iraq ji bo pêşîlêgirtina êriş û bombebarana dewleta Tirkiyê gavek cidî bavêje.

Serepeyv