Mijdar 06, 2022 14:59 Asia/Tehran
  • Li bakurê Iraqê 3 endamên DAIŞê hatin kuştin

Hêzên Heşdî Şeibî yên Iraqê 3 endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku yek ji wan serkirde bû li bakurê Mûsilê kuştin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya malpera El-Melûm, hêzên Heşda Şeibî li bajarê Mûsilê 3 endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku yek jê serkirde bû, kuştin.

Çavkaniyên iraqî ji kuştina “Elî Husên Elî Îbrahîm El-Dûlêmî” bi nasnav “Ziyab” berpirsê leşkerî yê koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Badûşê li bakurê Mûsilê di vê operasiyona ewlehiyê de ragihandin.

Ziyabî yek ji berpirsên leşkerî yên navdar ên DAIŞê li Iraqê bû, ku di gelek operasyonên terorîstî de li vî welatî beşdarî kiriye.

Li gorî çavkaniyên herêmî operasyona Tugaya 59 a Heşda Şeibî duh li herêma Xace Xelîl li bakurê Mûsilê dest pê kir û di operasyonê da 3 terorîst hatin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li herêma El Şûra li başûrê parêzgeha Mûsilê li dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê operasyonek nû li dar xistin.

Di vê operasiyonê de, lîwaya 76 a artêşa Iraqê li gel lîwaya 58 a Heşda Şeibî li dijî bermahiyên koma têrorîst a DAIŞê çalakî pêk anîn.

Serepeyv