Mijdar 06, 2022 10:18 Asia/Tehran
  • Geşedanên siyasî yên Iraqê; Mijara şêwirîna wezîrên derve yên Iraq û Urdinê

Wezîrên karên derve yên Iraq û Urdinê roja şemiyê li Ebûzebî civiyan û pêşhatên dawî yên siyasî yên girêdayî Iraqê û xurtkirina peywendiyên dualî nirxandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, her du alî li vê hevdîtinê ku êvara şemiyê li kêleka konferansa navneteweyî ya "Sîr Benî Yas" li Ebûzebiyê hat lidarxistin, riyên xurtkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Fûad Husên kurteyek ji pêşhatên siyasî yên Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû û şert û mercên qonaxa pêşerojê ya vî welatî şirove kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez li ser vê yekê kir ku Bexda hêviya piştevaniya welatên cîran û hewlên berdewamkirina hevkariyên Iraqê li gel welatên ereb û navçeyê dike.

Her du alî li ser vê yekê jî li hev kirin ku di destpêka sala bê de di çarçoveya mekanîzma hemahengiya sê alî (Iraq, Misir, Urdin) de bi beşdariya welatên erebî yên Kendava Farsê civînekê li dar bixin.

Serepeyv