Mijdar 05, 2022 13:34 Asia/Tehran
  • Topxaneya Heşda Şeibiyê êrîşî ser baregehên bermahiyên DAIŞê kir

Hêzên Heşda Şeibiya Iraqê baregehên terorîstên mayî yên DAIŞê li parêzgehên Diyale û Selahedînê dan ber êrîşa bi topan.

Li gorî rapora malpera Melûmeyê, Muhemed Temîmî ji fermandarên Heşda Şeibiya Iraqê ragihand: Yekîneya topxaneya Heşda Şeibiya Iraqê 6 baregehên DAIŞê li nav girên Eyn Leyleyê û derdora wê li nêzikî sînorê parêzgehên Diyale û Selahedînê dan ber êrîşê.

Wî got: Ev operasiyon piştî xebatên istixbaratî û naskirina meydanî pêk hat û hêzên Heşda Şeibiyê piştî êrîşa li ser van baregehan dest pê kir.

Li gorî gotina Temîmî: Heşda Şeibiyê operasiyoneke berfireh li du mihwerên navçeya Eyn Leyleyê ji bo şopandina terorîstên mayî yên DAIŞê dest pê kiriye.

 

 

Serepeyv