Mijdar 05, 2022 10:07 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Em li dû pêkanîna peywendiyên herî baş bi welatên cînar ra ne

Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina bi balyozên hin welatên navçeyê ra got ku dewleta Bexdayê li dû pêkanîna peywendiyên herî baş bi welatên cînar ên dost û bira ye.

Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê roja Pêncşemiyê bi awayê cuda digel balyozên Kuweyt, Misir û Tirkiyê ra civiya.

Wî tevî amajeya bi vêya ku nêrîna dewletê li peywendiyên derveyî pirranî li gorî esla beşdarî, hevkarî û rêzgirtina dualî ye, ji balyozên welatên cînar li Bexdayê ra tekez kir ku welatê wî dixwaze peywendiyên herî baş digel welatên cînar pêk bîne.

Sûdanî her wiha meyla Iraqê ji bo berfirehkirina peywendiyan di çarçoveya lihevkirinname û têgihîştinnameyên dualî ku berjwendiyên gelê Iraqê û welatên dost dabîn bike, diyar kir.

Wî amadetiya Iraqê ji bo xurtkirina danûstandinan digel welatên cînar di warên aborî, çandî, têkoşîna dijî terorîsm û zêddegaviyê û zêdekirina şiyana sekinîna li hemberî pirsgirêk û qeyranên cîhanî ragihand.

 

 

Serepeyv