Cotmeh 31, 2022 17:32 Asia/Tehran
  •  Sûdanî destûr da ku pêşnivîsa qanûna bûdceyê ya Iraqê di dema herî zû da bê amadekirin

Serokwezîrê Iraqê destûr da wezîrê darayiyê yê vî welatî ku pêşnivîsa qanûna bûdceyê ya Iraqê di sala 2023an da di dema herî zû da bo konseya wezîran bişîne.

 

Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê destûr da wezîrê darayiyê ku pêşnivîsa qanûna bûdceya Iraqê ya sala darayî ya 2023an di dema herî zû da bişîne Konseya Wezîran.

Sekreterxaneya Taxima Dewleta Iraqê ragihand ku Sûdanî di civîba taxima dewletê di roja 28ê Cotmehê da, destûra şandina pêşnivîsa qanûna bûdceyê daye.

Serokwezîr û fermandrê gişt hêzên çekdar ên Iraqê her wiha tekezî li ser pêwîstiya cihanîna qanûnê û vejiyandina rûmeta welêt kir û di dema serdana biryargeha Fermandetiya Operasiyona Hevpar li Bexdayê da, tekezî li ser pêwîstiya têkoşîna dijî endamên mayî yên DAIŞê û têkbirina gef û xeterên navxweyî kir.

Hevdem hat ragihandin ku rayedarekî Wezareta berevaniyê ya Iraqê di girêbestekê ji bo kirrîna çekên sivik bi bihayê zêde ji 15 miliyon dolarî da, tevî wergirtina pere, ti çekek dabîn nekiriye.

Rêxsitina Pakdestî an jî El-Nizahetê ya Iraqê ragihand, alîkarê berê yê Sekreterê gişt ê Wezareta berevaniya vî welatî di girêbestekê da binpêkirinek pêk aniye û bihayê her gulleyê ku di esl da ji 3 heta 5 sêntî bûye, li nav girêbestê 26 sênt nivîsiye.

Ji aliyê din va, Elî Terkî ji endamên Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan got ku ev çarçove pabendî soza xwe ya vekirîhiştina destê serokwezîrê Iraqê ji bo têkoşîna dijî gendeliyê ye.

Wî got: Emê li ser soza xwe ya piştevaniya ji bernameya Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê ji bo têkoşîna dijî gendeliyê û vekirîhiştina destê Sûdanî bêyî ti destwerdanekê bin.

Muhemed Şiya' Sûdanî roja Yekşemiyê tekez kir: Di mehkemekirina gendelan da ti hêleke sor tune û bandora siyasî ya kes û komên siyasî ti bandorekê di vê mijarê da nake û dewleta min biryar daye ku komxebata piştevaniya ji zelalbûnê damezirîne.
 

Serepeyv