Cotmeh 30, 2022 09:30 Asia/Tehran
  • Li Bexdayê teqînek pêkhat çend kes hatin kuştin û birîndar bûn

Li herêma Banûkî ya li rojhilatê Bexdayê tankereke sotemeniyê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar hene.

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di dema lîstika futbolê de li nêzî stadyumeke teqînek çêbû.

Li gor agahiyên berdest sedema teqînê tankereke sotemeniyê bûye û avahiyên li nêzîkî bûyerê jî wêran bûne.

Derbarê bûyerê de peyamnêrê Rûdawê jî ragihand ku hejmareke mirî û birîndar hene.

Çavkaniyeke ji Bexdayê ragihand ku di bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser wê bûyerê lêkolînan dikin û heya niha nayê zanîn ka sedema teqîna tankê ji ber çi bûye.

Serepeyv