Cotmeh 29, 2022 21:20 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi dronekê êrîşî herêma Şengalê ya Iraqê kir

Çavkaniyekî nûçeyan derbarê êrişa balafireke bêpîlot a Tirkiyê li ser Şingalê li parêzgeha Nînowa ya Iraqê xeber da.

Li gorî rapora roja şemiyê ya El-Melûme, mêdyayên Iraqê ragihandin ku artêşa Tirkiyê bi balafireke bêpîlot devera niştecihbûnê ya "Xenesor" li bajarê Şingalê li parêzgeha Neynewayê (bakurê Iraqê) kir armanc.

Çavkaniyên nûçeyan ên kurd di vê barê de dibêjin: Dalefireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker li navenda bajaroka Xanesor a ser bi Şengalê ve malek hedef girt.

Li gorî vê raporê, van çavkaniyan behsa hûrgiliyên zêdetir ên vê êrişê û zirar û ziyanên muhtemel nekirin.

Jêderekî ewlekarî yê Îraqî got, di meha borî de ev pêncemîn êrîşa bi vî rengî ya Tirkîyê ser Şingalê yê.

Di encama êrişên wiha yên dewleta Tirk ser bakura Iraqê û Herêma Kurdistana vî welatî de piranî xelkê sivîl dibin qurbanî.

Serepeyv