Dewleta El-Sûdanî dengê baweriyê ji parlimana Iraqê wergirt
Cotmeh 28, 2022 09:22 Asia/Tehran
Nûnrên parlimana Iraqê bi pirraniya dengan dengê baweriyê da dewleta Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê vî welatî.
Di civîna dengwergirtinê ya parlimanê da Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert seroka taxima NY li Iraqê, Fayîq Zêydan serokê Konseya Bilind a Dadweriyê û berpirsên din ên payebilind ên Iraqê beşdar bûn.
Muhemed Şiya' Sûdanî hefteya derbasbûyî piştî ku serokomarê Iraqê piştî çend mehan hat bijartin, bû memûrê damezirandina kabîneya Iraqê ya nû.