Cotmeh 26, 2022 18:58 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê daxwaza pêkanîna hikûmeta nû di zûtirîn dem de kir

Serokomarê Iraqê Ebdulletif Reşîd tekîd li ser lezkirina pêkanîna hikûmetê û peydakirina çareseriyên qanûnî ji bo kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a iraqî (WAA), serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd li hevdîtina digel heyeteke endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê li ser pêwîstiya bilezkirina pêkanîna hikûmetê sekinî. Wî tekez kir ku ew dê daxwazên xelkê vî welatî bi cih bînin, piştgiriya mafên wan bikin û bi azadî û bi rûmet bijîn.

Reşîd her wiha amaje bi giringiya pabendbûna bi rêgez û prensîpên destûrê kir, ku di hemû waran de di pêkanîna aramî, geşbûn, berfirebûn û pêşketinê de alîkariyeke berçav heye.

Serokomarê Iraqê her wiha tekez li ser peydakirina çareyên qanûnî ji bo kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û xwest ku  gotûbêjeke cidî û avaker di navbera du aliyan despê bibe û amaje bi xal û prensîbên destûrî kir ji bo pêkanîna dadmendiyê di navbera hemûyan de.

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê, ku hevbendiyek ji partiyên şîe yên Iraqê ye ji bilî tevgera Sedir, piştî aloziyeke siyasî, vê dawiyê "Mihemed Şiya Sûdanî" yek ji serokên partiya "El-Dawa" ji bo wergirtina posta serokwezîriya Iraqê kir berbijar.

Serepeyv