Cotmeh 26, 2022 13:48 Asia/Tehran
  • Sudanî ji bo dengdana pêbaweriyê banga civîna sibê ya Parlemana Iraqê kir

Serokwezîrê ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin, bi fermî daxwaz ji parlemanê kir ku roja pêncşemê kabîneya xwe ji bo dengdana baweriyê raber dike.

Li gorî rapora Şefeq News`ê, medyaya Iraqê îro çarşemiyê ragihand ku "Mihemed Şiya Sûdanî" serokwezîrê wezîfedarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê duh di nameyekê de ji parlemanê re, daxwaza dema nasandina kabîneya wezîran ji parlemanê re kir.

Li gorî vê raporê; Sûdanî daxwaza ji parlemanê kir ku roja pêncşemê (sibê) derfetê rûniştina parlemanê bide da ku ew kabîneya xwe bide nasandin.

Li gorî nûçeyên dawî yên çapemeniyê yên derbarê avakirina kabîneyê de, tê gotin ku Sûdanî ji 22 wezîran 16 wezîr destnîşan kirine û di derbarê 6 wezîrên din ên girêdayî partiyên Sune û Kurdistanî de jî şêwirîn didome. 

Siyasetmedarekî iraqî jî ji Şefeq Newsê re ragihand: civînek bi amadebûna endam û serokên hevpeymaniya El-Etar El-Tansiqî (Çarçoveya Hevahengiya Partiyên Şîe) hat lidarxistin û di dawiyê de li hev kirin ku kabîneya nû roja Pêncşemê ji Parlemanê re were nasandin. Ev civîn li mala Heyder Ebadî serokê hevpeymaniya El-Nesr û serokwezîrê berê yê Iraqê hat lidarxistin.

Piştî ku serokomarê Iraqê piştî çend mehan derengiyê hat hilbijartin hefteya borî wî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kir.

Serepeyv