Cotmeh 24, 2022 15:58 Asia/Tehran
  •  Encamên sereke yên civîna serokên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê li mala Hadî Amirî

Çavkaniyekî siyasî li Iraqê encamên sereke yên civîna serokên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê li mala Hadî Amirî, serokê Hevpeymaniya Fethê û ji endamên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê şirove kirin.

Vî çavkaniyê agah tekez kir, serokê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê di civîna xwe ya li mala Amirî da li ser pêwîstiya bidawîhatina pêvajoya damezirandina kabîneya dewleta Iraqê ya nû û dayîna denhê baweriyê bo kabîneya Muhemed Şiya' Sûdanî heta hefteya bê kir.

Civîna serokên Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê wek fraksiyona herî mezin li parlimana Iraqê di rewşekê da li mala serokê Hevpeymaniya Fethê hat lidarxistin ku di rojên dawî da çavkaniyên iraqî qala zêdebûna nakokiyan di warê damerzirandina kabneya nû û bijartina wezîran da kiriye.

Li gorî ragihandina van çavkaniyan, tevgerên siyasî yên endamê Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê ji bo damezirandina kabîneya nû bi serokatiya Muhemed Şiya' Sûdanî, bi taybet di bijartina wezîrên neft, karên hundir û darayiyê da nakokiyên giran hebûne.

Hevdem çavkaniyên nûçeyan ragihand, rikeberiya komên siyasî li Iraqê ji bo cîgehên kabîneya Iraqê ya pêşerojê û zexta hin koman xebata serokwezîrê nû tûşî pirsgirêkê aniye.

Di dema niha da partî û komên siyasî li Iraqê ji bo wergirtina cîgehên kabîneya nû li vî welatî bi giranî ketine rikeberiyê. Ev kar hewildana Muhemed Şiya' Sûdanî, serokwezîrê erkdar ji bo damezirandina kabîneya nû tûşî kêşeyê tîne.

Rikeberî herî zêde li ser wezaretên girîng weke neft, darayî, berevanî û karên derve ye.

Çavdêr dibêjin, dibe ku ji bo paşdaketina pêvajoya damezirandina kabîneya nû li Iraqê, Sûdanî neçar be lîsteya nivîşkan a wezîrên kabîneyê bide ber destê parlimanê.

Wî ji dema ku bûye memûrê damezirandina kabîneyê, sî rojan molet heye ku kabîneya xwe bide nasandin.

Serepeyv