Cotmeh 23, 2022 19:55 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Şêwra bi fraksiyonan û namzetên wan ên wezaretê re dewam dike

Nivîsgeha serokwezîrê berpirsê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand, ku şêwirîn û hevpeyvîn ligel fraksiyonan û namzedên wan ên wezaretan berdewam in.

Li gorî rapora malpera Middle East News`ê, Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî serokwezîrê nû yê Iraqê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, di daxuyaniyekê de li ser berdewamiya şêwirên bi aliyên siyasî yên beşdar di hikûmeta dahatû de û gotûbêjkirina bi namzedên wan ên ji bo postên wezaretan di hikûmeta nû ya hevpeymaniyê de tekez kir.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Sudanî, hevpeyvîn bi namzedên postên wezîran re, bi rêya komîteyeke pispor ku ji komek şêwirmendan bi serokatiya Serokwezîr pêk tê,berdewam dike.

Ofîsa serokwezîrê berpirsê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ragihand, namzedên ku dê ji bo postên wezaretan bên bijartin, piştî hevpeyvînan û piştrastkirina rewşa wan ya yasayî û diyarkirina roja dengdana baweriyê li parlemanê ji civata wezîran re, dê bi fermî bên ragihandin.

Çarçoveya hevahengiyê ku Sûdanî ji bo posta serokwezîrtiyê wek namzed ji parlemanê re destnîşan kir, ew azadî daye wî ku ji nav çend berbijaran wezîrekî hilbijêre û di guhertina namzedan de jî destê wî vekirî ye.

Çarçoveya hevahengiyê herwiha desthilatê daye serokwezîrê berpirsê pêkanîna kabîneyê ye ku wezaretan li ser pêkhateyên sereke yên civakî dabeş bike û tenê wezaretên navxwe û berevaniyê ji kotayan hatine derxistin.

Serepeyv