Berfirehkirina hevkariyê; mijara şêwirîna Erdoxan û serokomarê Iraqê yê nû
Serokomarê Tirkiyê û serokomarê Iraqê yê nû din gotûbêjeke telefonî da li ser pêwîstiya xurtkirina peywendiyên dualî ji bo pêkhatina aramiyê li navçeya Rojavayê Asyayê tekez kir.
Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, serokomartiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Receb Teyob Erdoxan serokomarê Tirkiyê roja Şemiyê bi rêya telefonê bi Ebdulletîf Cemal Reşîd serokomarê Iraqê ra axivî û di vê gotûbêjê da ew derbarê derbarê xurtkirina peywendiyên dualî û çalakkirina hevkariyên avaker ji bo pêkhatina aramiyê li navçeyê şêwirîn.
Ev daxuyanî her wiha dibêje, di vê têkiliyê da serokomarê Tirkiyê pîrozbahî li Ebdulletîf Reşîd ji bo bidestxistina serokomartiya Iraqê kir û meyl û mereqa welatê xwe ji bo xurtkirina peywendiyên dîrokî digel Iraqê û çalakkirina hevkariyên dualî û avaker ku bibe sebeba aramiya li navçeyê di astên siyasî, aborî û ewlehiyê da, diyar kir.
Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye, Serokomarê Iraqê jî tevî sipasiya ji Erdoxan ji bo vê "Peyaman bi dilovanî", qala girîngiya têkiliya digel Tirkiyê û pêwîstiya xurtkirina wê di warên cûr bi cûr da bi awayekî ku berjwendiyên hevpar û hêviyên du gelên dost ji bo pêşketin û rihetiyê dabîn bike, kir.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê di salên dawî da bi caran bi behaneya serkutkirina PKK'yê destdirêjiya ser axa Iraqê kiriye; dewlet û rayedarên iraqî bi caran ji Tirkiyê xwestiye ku dawî li dagirkeriya xwe li bakûrê Iraqê bîne û hêzên xwe derxîne.