Cotmeh 21, 2022 17:32 Asia/Tehran
  • Çarçoveya Hevahengiyê destê Sûdanî ji bo bijartina wezîran vekirî hişt

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê destê serokwzîrê vî welatî vekirî hişt da ku wezîrên dewletê ji nav kesên pêşniyazkirî yên fraksiyonên parlimanê bibijêre.

Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê piştî civînekê li mala Falih Feyaz ji serokên vê hevpeymaniyê ji bo vekolandina damezirandina dewleta nû û rakirina berbendên heyî li pêşberî serokwezîrê erkdar, bi daxuyaniyekê derbarê wergirtina wezaretan li gorî pişk û parê ragihand: Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê erkdar ê Iraqê dikare berpirsên Wezaretxaneyan li nav partiyan an li nav heman partiya ku wezîrê xwe ji wê bijartiye biguherîne; helbet du wezaretxaneyên karên hundir û berevaniyê, her wiha bijartina kesayetiyên leşkerî an sivîl ji bo bidestxistina wezaretxaneyan ji pergala pişkbendiyê hatine vavêrtin û istîsnakirin.

Li gorî lihevkirinên pêkhatî li fraksiyonên parlimana Iraqê, wezareta derve para kurdan, wezareta karên hundir para şîeyan û wezareta berevaniyê jî para suneyan e û hema wisa dema pesendkirina bernameya serokwezîrê erkdar û dayîna dengê baweriyê bo dewleta wî nediyar e; lê li gorî hin nûçeyan, El-Sûdanî kabîneya xwe kemilandiye û parliman dê hefteya bê li ser vê mijarê civîna xwe li dar bixe.

 

Serepeyv