Cotmeh 19, 2022 12:39 Asia/Tehran
  • Tekeziya Kazimî li ser piştgirîkirina serokomar û serokwezîrê nû yê Iraqê

Serokwezîrê berê yê Iraqê daxwaza piştevaniya hemû girûpên siyasî ji bo serokomarê nû û serokwezîrê berpirsê pêkanîna hikûmeta nû kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Mistefa Kazimî serokwezîrê hikûmeta berê yê Iraqê îro çarşemê li civîna endamên kabîneya xwe ji aliyên siyasî yên Iraqê xwest ku piştgiriyê bidin serokomarê nû Ebdulletîf Reşîd û serokwezîrê bi wekalet Mihemed Sûdanî.

Serokwezîrê Hikûmeta Iraqê herwiha got: Divê aliyên siyasî destê Sûdanî ji bo hilbijartina kabîneyê vekirî bihêle û dema pêwîst bidin serokwezîrê nû ku di zûtirîn dem de erkên xwe pêk bîne.

Kazimî diyar kir ku dosyaya gendeliyê yek ji mezintirîn kêşeyên Iraqê ye û eşkere kir: Dîroka vê hikûmetê dê baş bê dawerîkirin û lêkolînên dezgeha dadweriyê wê vê hikûmetê baş bêxe ber çavan.

Demek berî niha medyaya Iraqê behsa dizîna 3.7 trîlyon dînar (2.5 milyar dolar) ji aliyê Wezareta Darayî ve ji hesabê Rêxistina Karûbarên Bacê ya Iraqê kiribû, ku ev yek bû sedema berteka hin siyasetmedaran ên wekî "Mihemed Şiya Sûdanî", serokwezîr hatî wezêfedarkirin ji bo pêkanîna kabîneya nû.

Serepeyv