Cotmeh 19, 2022 08:54 Asia/Tehran
  • Balafirên bêmirov ên Tirk êrîşî herêma Şengalê ya Iraqê kirin

Hêzên artêşa Tirkiyê li devera Şingalê ya dikeve rojavayê parêzgeha Nînowa ya Iraqê bi rêya balafireke bêpîlot otomobîlek kire armanc.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, şeva buhurî (Sêşemê) li devera Şingalê ji ber êrişa balafireke bêpîlot a Tirkiyê ser otombîlekê li devera Şingalê, 2 kes hatin kuştin û  2 kes jî bigiranî birîndar bûn ku rewşa wan xirab e.

Devera Şengalê ya girêdayî parêzgeha Nînowa hertim rastî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk tê.

Ji 18ê Nîsanê ve (nêzîkî 70 roj berê) Tirkiyê bi behaneya şopandin û tepeserkirina endamên PKKê dest bi gereke nû ya êrîşan li ser bakurê Iraqê kiriye.

Bexda êrişên Tirkiyê wek nimûneya êrişa ser serweriya nîştimanî ya Iraqê bi nav dike û daxwaza vekişandina hêzên tirk ji bakurê Iraqê dike.

Serepeyv