Cotmeh 17, 2022 14:13 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê yê nû: Em peywendiyeke nû bi welatên cînar ra pêk tînin

Serokomarê Iraqê yê nû got: Em hewil didin peywendiyeke xurt û qahêm di navbera Iraqê û welatên cînar da li çarçoveya berjwendiyên hevpar pêk bînin.

Ebdulletîf Reşîd serokomarê Iraqê yê nû îro li merasimekê li Bexdayê ku bi beşdariya Berhem Salih serokomarê berê û komeke din a rayedarên payebilind ên Iraqê hat lidarxistin, got: Ez ê hemî hewla xwe ji bo nêzikkirina tevgerên siyasî li hevûdu û pêkanîna erkên serokomartiyê yên piştevaniya ji Qanûna Bingehîn, yekîtî û serxwebûna Iraqê bi kar bînim.

Serokomarê Iraqê di vê merasimê da sipasiya ji mêrxasî û fedakariyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi taybet artêşa Iraqê, Heşda Şeibiyê û hêzên Pêşmerge kir.

Serokomarê Iraqê her wiha hêvîdarî kir ku dewleta vî welatî ya nû herî zûtir ji bo bersivdana bo daxwazên gelê Iraqê were damezirandin.

Ebdulletîf Reşîd li pey lihevkirina du partiyên sereke yên Herêma Kurdistana Iraqê û bi dengê nûnerên parlimna Iraqê wek serokomarê hat bijartin û bijartina wî tûşî pêşwaziya tevgerên siyasî yên iraqî bû.

a

Serepeyv