Cotmeh 17, 2022 13:08 Asia/Tehran
  • Şeşemîn balefirgeha navneteweyî ya Iraqê li Kerkûkê hat vekirin

Çavkaniyên iraqî qala vekirina şeşemîn balefirgeha navneteweyî ya vî welatî li Kerkûkê kir.

Nasir Şeblî wezîrê veguhestinê yê Iraqê balefirgeha navneteweyî ya Kerkûkê li 250 kîlometriya bakûrê Bexdaya paytexta vî welatî vekir; ev şeşemîn balefirgeha navneteweyî li Iraqê ye.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (INA) jî tevî amajeya bi vêya ku balefira serokomartiya Iraqê li balefirgeha navneteweyî ya Kerkûkê daket, destpêbûna xebata vê balefirgehê ragihand.

Li Iraqê pênc balefirgehên navneteweyî li Bexda, Necef, Hewlêr, Silêmanî û Besreyê hene, lê hîn li parêzgehên mezin ên weke Zîqar, Enbar û Mîsanê balefirgeh tuneye û li hinek ji van parêzgehan balefirgehên leşkerî tên bikaranîn.

Balefirgeha Kerkûkê balefirgeha navnetyeweyî ya herî nû ya Iraqê ye û potensiyela wê ya raberkirina xizmetan bo derdora 5 miliyon iraqiyên niştecihê parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Nêynewayê heye.


 

Serepeyv