Cotmeh 17, 2022 08:10 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser têkoşîna li dijî gendeliya dewletê kir

Serokwezîrê Iraqê yê nû got, em ê ji bo berxwegirtina tevdîran bi armanca têkoşîna dijî gendeliya dewletê şik û gumanê nekin.

Muhemed Şiya' Sûdanî roja Yekşemiyê di twittera xwe da nivîsî: Dewlet kontrolkirina gendeliyê dike bernameya xwe ya herî pêşîn û dê rê nede ku heyîtiya iraqiyan were talankirin.

Medyayên iraqî qala talankirina 3.7 trîliyon dînarî (2.5 miliyar dolarî) ya Wezareta Heyîtiyê ji hesaba Rêxistina Bac û sermalê ya Iraqê kir; hin kesayetiyên siyasî ji wan Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê yê nû bertek nîşanî vê nûçeyê da.

Medyayên iraqî ragihand, li pey belavbûna vê nûçeyê, giliyek li dijî Mistefa Kazimî serokwezîrê karrêkxer ê dewleta Bexdayê û hejmareke wezîr û şêwirmendên wî ji ber diziya ji hesaba rêxistina bacê hatiye hilêxistin û çalakên siyasî-medyayî yên iraqî daxwaza sepandina qedexetiya derketina ji welêt li ser wan kiriye.

Hevdem nûnerê parlimana Iraqê û endamê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê got: Pêşbînî tê kirin ku civîna parlimanê ji bo dayîna dengê baweriyê bo endamên kabîneyê û bernameyên dewleta serokwezîrê Iraqê yê nû, dê dawiya hefteya bê were lidarxistin.

Muhemed Şemerî roja Yekşemiyê her wiha got: Dengwergirtin ji bo bernameya dewletê û endamên kabîneya serokwezîrê nû dê zêdetir ji 15 rojan dirêjtir nebe û li gorî vê yekê pêşbînî tê kirin ku civîna dengê baweriyê dawiya hefteya bê were lidarxistin.

Wî her wiha got: Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê erkdar ji bo damezirandina kabîneya dewletê, gotûbêja bi berendamên wezaretxaneyan bi awayê nihênî û bêyî haya medyayan pêk tîne.

Hilbijartina pêşwext a parlimanî li Iraqê roja 10ê Cotmeha 2021ê hat lidarxistin, lê kom û partiyênn siyasî û frakssiyonên heyî li paarlimanê tevî derbasbûna 12 mehan ji lidarxxistina vê hilbijartinê, ji ber nakokiyên siyasî heta niha nekarîne dewleta nû ava bikin.

 

 

Serepeyv