Cotmeh 16, 2022 20:33 Asia/Tehran
  • Operasyona Heşdî Şeibiya Iraqê ji bo paqijkirina Kerkûka ji terorîstan

Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê ji bo paqijkirina navçeyên parêzgeha Kerkûkê dest bi operasyoneke nû ya ewlehiyê kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Al-Ahed`ê, li operasiyona roja yekşemiyê ya lîwaya 40`ê ya Heşda Şeibî, şopandin û girtina endamên terorîst, jinavbirina şaneyên wan û paqijkirina dawiyê ya navçê ji hebûna qirêj a terorîstên DAIŞ`ê tê şopandin.

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku Heşda Şeibî piştî vê yekê dest bi vê operasyonê kiriye ku di van rojên dawiyê de çendîn zanyariyên istixbaratî derbarê ketina endamên DAIŞê nav vê navçeyê û gefên wan li ser welatiyên Iraqê ketine ber destê navendên ewlehiyê.

Di mehên dawî de, endamên terorîst ên girêdayî DAIŞê hewl didan ku bikevin nav deverên dûr û nederbasdar ên Iraqê û xwe li van cihan veşêrin û ji bo operasyonên terorîstî wan deveran bikar bînin.

Paşmahiyên koma têrorîst a DAIŞ`ê vê dawiyê çliv û tevgerên xwe li parêzgehên Enbarê li rojava û Selahedîn li bakurê Bexdayê û parêzgeha Diyale zêde kirine û ji ber vê yekê, Hêzên Heşda Şeibî û hêzên din ên çekdar ên Iraqê bi hevbeşî heya niha çend operasyonên mezin ên dijî-terorîstan li dar xistine.

Serepeyv