Cotmeh 16, 2022 20:13 Asia/Tehran
  • Teqeziya Serokwezîrê nû yê Iraqê li ser têkoşîna li dijî gendeliya hikûmetê

Serokwezîrê Iraqî yê destnîşankirî Mihemed Şiya Sûdanî radigihîne, ew ê ti carî dudil nebe ku tedbîrên rastîn bigirin “ji bo rêgirtina li gendeliya ku bi awayekî bêşerm di nav dewlet û saziyên wê de belav bûye.”

Sûdanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” tekezî li ser cîbicîkirina vê dosyayê di pêşîneyên bernama hikûmeta xwe de kir û got: “Em rê nadin ku diravên Iraqiyan bên talankirin, wek çawa bi pereyên Rêveberiya Giştî ya Bacê li Banka Rafîdeyn re bûye.”

Ev daxuyaniya Sûdanî piştî wê tê, Komîteya Destpakiyê ya Parlemana Iraqê, dizîna nêzîkî 800 milyon dolar ji hesabên hikûmetê yên li Banka Hikûmetê ya Rafîdeyn eşkere kir û ragihand, lêkolîneke berfireh derbarê dosyayê de hatiye vekirin.

Medyayên Îraqî jî ragihandin ku 3.7 trîlyon dînar (2.5 milyar dolar) ji aliyê Wezareta Darayî ve ji hesabê Îdareya Bacê ya Îraqî hatiye dizîn, ku ev yek rastî berteka gelek siyasetmedaran, di nav wan de "Mihemed Şîa Sûdanî", serokwezîrê bi erkê avakirina kabîneya nû li Bexdayê hat.

Hevdem, Henan Fetlawî, endama perlemana Îraqê, daxwaz ji komisyona şefafîyetê ya wî welatî kir ku proseya rûbirûbûna tometbarên tawanbarên dizîya 2,5 milyar dolaran di vê dosyayê de bilez bike û rê li ber derketina wan ji  welat bigire.

Endamê komîteyê Ehmed Taha El-Rubeyî piştrast kir ku ev pere ji hesabên Daîreya Giştî ya Bacê ya li Banka Rafîdeyn hatine dizîn. Her wiha daxwaz ji hikûmetê û çavdêriyê kir ku rê nedin hin rêvebir û kadroyên payebilind ên di Dezgeha Bacê de derkevin derveyî welat, heta lêkolînên îdarî û dadwerî bi dawî dibin.

Serepeyv