Cotmeh 12, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Li bakurê Bexdayê di encama teqîneke terorîstî de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn

Fermandarekî Heşda Şebî ragihand ku ji ber teqîna bombeyekê li kêleka rê li bakurê Bexdayê 5 leşkerên Iraqê birîndar bûn.

Li gorî malpera El-Melûma îro Çarşemê, Ehmed El-Ubeydî, yek ji fermandarên Heşda Şeibî ragihand ku bombeyek li kêleka rê li devera El-Tarimiye li bakurê Bexdayê teqiya ku di encamê de pênc leşkerên iraqî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, ev teqîna terorîstî di dema derbasbûna dewriyeya hevbeş a artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li navça El-Tarimiyê qewimî.

Piştî vê bûyerê hêzên ewlehiyê yekser çûn cihê bûyerê û bi çêkirina kembera ewlehiyê birîndar rakirin nexweşxanê.

Li gorî vê raporê, heta niha ti aliyekî berpirsyariya vê êrişê negirtiye ser xwe.

Çavkaniyên Îraqî îro Çarşemê jî behsa destpêbûna operasyoneke hevbeş ya bi beşdariya artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji bo şopandina endamên terorîst li herêma El-Tarimiye kirin.

Di mehên derbasbûyî de, piştî şikesta DAIŞê li Iraqê, şaneyên veşartî yên vê koma têrorîst hîn jî bi piştevaniya hin aliyên biyanî hewl didin çalakiyên xwe yên terorîstî bidomînin.

Serepeyv