Cotmeh 12, 2022 11:12 Asia/Tehran
  • Komên siyasî yên Iraqê li ser postê serokomariyê li hev kirin

Komên siyasî yên Iraqê li ser Ebdulletîf Reşîd wek berbijêrê serokomariya Iraqê li hev kirin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya El-Mayadînê, van çavkaniyên ku navên wan nehatine girtin, ragihandin ku piştî gotûbêjên di navbera hevpeymaniya "Rêveberiya Hikûmetê", Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, li ser "Ebdul Letîf Reşîd" wek berbijarê serokomariya Iraqê lihevkirinek hat kirin.

Serokê Parlemana Iraqê Muhemed Helbûsî pêştir behsa lidarxistina civîna Parlemanê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê vî welatî li roja pêncşemiya vê hefteyê kiribû.

Li gorî vê raporê, “Muhemed Şîa El-Sûdanî” jî berbijêrê dawî yê çarçoveya hemahengiya hêzên şîe ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ye.

Herî dawî medyayên Iraqê behsa avakirina hevpeymaniyeke berfireh bi navê "Rêveberiya Hikûmetê" di navbera çarçoweya hemahengiya Şîe, du partiyên Kurdistanî (Yekîtiya Niştimanî û Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê), Hevpeymaniya Siyade û el-Ezzim (Sunnî) û Fraksiyona Xiristiyan "Babîlon" kiribûn.

Serepeyv