Cotmeh 11, 2022 22:11 Asia/Tehran
  • Helbûsî: Civîna hilbijartina serokomarê Iraqê dê roja pêncşemê were lidarxistin

Serokê Parlemana Iraqê ji lidarxistina civîna Parlemanê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê vî welatî di roja pêncşemiya vê hefteyê de agahî da.

Iraq rûbirûyê qeyraneke siyasî ye ji ber ku hilbijartinên parlemanî di Cotmeha sala borî de hatin lidarxistin, lê ji wê demê heya niha hêzên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekirin.

Li gorî rapora malpera Mewazîn News`ê, Muhemed Helbûsî serokê parlemana Iraqê roja sêşemiyê ragihand ku roja pêncşemiya vê heftiyê parlemana Iraqê ji bo hilbijartina serokomarê nû civînekê lidar dixe.

Çaremîn rûniştina dewra duyem a yasayî ya parlemana Iraqê roja duşemiya vê heftiyê bi serpereştiya cîgirê yekem yê serokê parlemanê Muhsen El-Mendlawî bi amadebûna 199 parlamenteran birêve çû.

El-Mendlawî di vê rûniştinê de ragihand ku di daxwaznameyeke fermî de ku ji aliyê 170 nûneran ve hatiye îmzekirin, tê xwestin ku roja Çarşema vê hefteyê civînekê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê bê lidarxistin. Serokatiya Meclîsê vê daxwazê ​​dinirxîne û di derbarê wê de biryarê dide.

Daxwaza lidarxistina rûniştina parlemana Iraqê ji bo hilbijartina serokomar hevdemê destpêkirina şêwirên hevpeymaniya nû ya "Rêveberiya Hikûmetê" (Adaret el-Dewle) li Hewlêrê derbarê hilbijartina serokomar û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin.

“Wefa Mihemed Kerîm” endama Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê roja Sêşemiyê ji kanala El-Furat re ragihand ku hêzên siyasî yên kurdên Iraqê heta niha li ser hilbijartina berbijarê serokomariyê li hev nekirine.

Serepeyv